Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamekî Kongresa Amerîkî: Dibe ku Bernivîsa Biçekkirina Sunne û Kurdan Were Guhertin


Endamekî Şanda Kongresa Amerîka ku serdana Îraqê dike, dibêje dibe ku guhertinek were kirin derbarê bernivîsa xerckirina berevaniyê jibo biçekkirina Sunne û Kurdan bi awayekî cuda.

Endamê Kongresê Michael McCaul, berpirsê Komîteya Ewlekariya Niştimanî ji ajansa Associated Press re got, di vê rewşa siyasî û ewlekarî ku Îraq tê de derbas dibe, “divê em li bernivîsê vegerin û binêrin ka em dikarin guhertinekê derheqê wê bikin.”

Birêz McCaul got, li gorî agahiyên ku jê re hatine, bernivîseke wisa dê gefeyê li helwesta Serokwezîr Heyder el Ebadî bixwe.

Roja Çarşemê, Melayê Şîa yê bihêz Muqteda el Sedir gefe xwar ku êrîşî berjewendiyên Amerîka bike, eger ew bernivîsa bi 715 milyon dolar jibo rahênana artêşa Îraqî were derbaskirin.

Ragihandina bernivîsê herwiha ji aliyê hikûmeta Îraqî ya piranî Şîa ve hate şermezarkirin.

XS
SM
MD
LG