Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê NY de Mistura jibo Vejandina Danûstandinên Aştîyê ligel Alîyên Sûrî Dicive


Di hewleke nû ya qedandina şer de, nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura îro Sêşemê li Cenevre mêvandarîya danûstandinan dike.

Di danûstandinan de bilî alîyên ku şer dikin, herwiha hêzên mezin ku dixwazin rolekê bilizîn jî cîh digirin.

Danûstandinên îro ne danûstandinên aştî yên fermî ne, lê karbidestên NY dixwazin bibînin ku vîneke xurt ya destpêkirina danûstyandinên aştîyê heye yan ne.

Li ber e, De Mistura nûnerên hikûmetê û yên opozîsyonê nav de, bi her alîyekî ve cihê bicive.

Gruba tundrê Dewleta Îslamî û Cebhet el Nusra ji danûstandinan re nehatin vexwandin.

NY berê du caran navbeynkarîya danûstandinên aştîyê kiribû, lê hewlên wê negiheştibûn ti armancan.

XS
SM
MD
LG