Rêxistina ’Save the Children’ ya xêrxwazî radigihîne ku reng e 40 koçber roja Yekşemê di Derya Spî de fetisîbin, dema wan hewildida ku xwe bigehînin Îtalya.
Rêvebirên rêxistina mirovahî ji zarî koçerên rizgarbûyî radigihînin ku gelek kes ketine nav avê û mirîne, jiber ku avjenî nezanîne.
Di bûyerên dawî de bi dehan koçber jiber binavbûna keştîyên xwe de jîyana xwe hinda kirin ku piranîya wan ji Rojhilata Navîn û Afrîaqa ne.