Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kerry li Cîbutî ye


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, di gera xwe ya Afrîqa de, îro Çarşemê li Cîbutî ye ku hevdîtinan ligel karbidestên hikûmetê û karbidestên leşkerî yên Amerîkî yên li wî welatî cîhbûyî, bike.

Kerry li ber e ligel Serok Ismail Omar Guelleh û Wezîrê Derve Mahamoud Ali Youssouf, û karbidestên din kom be.

Kerry wê spasîya karbidestên Cîbutîyî bike ku bi sedan hemwelatîyên Amerîkî ku ji tundîya Yemenê ravîyabûn, rizgar kirin.

Kerry herwiha ligel karbidestên leşkerî yên Amerîkî kom dibe ku di bingeha leşkerî Camp Lemmonier cîhbûyî ne. Hêzên leşkerî ya Amerîkî li Cîbutî beşeke girîng ya hebûnba lekerî ye, li Rojhilata Navîn û rojhilata Afrîqa.

Hêjayî gotinê ye, Kerry derengîya îro ber bi Erebistana Saudî rê dikeve.

XS
SM
MD
LG