Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Hevdîtineke Avaker ligel Serokê Yemenê Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka Kerry û Serokê Yemenê Hadi
Wezîrê Derve yê Amerîka Kerry û Serokê Yemenê Hadi

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Pêncşemê li Erebistana Saudî, bi gotina wî, danûstandinên avaker ligel Serokê Yemenê Abdu Rabu Mansour Hadi kir.

Rêxistinên mirovahî gazincan dikin gîhandina xwarin û pêdivîyên din ji sîvîlên Yemenî re pir dijwar e.

Kerry do Çarşemê gotibû, divê êrîşên esmanî bi rengekî bêne cemidandin ku rê li ber kontrolkirina deverên nû bigire û nehêle ku alîyên çek sekinandi rastî êrîşan werin.

"Me bang li hemî alîyan kir ku rêzê li qanûnên mirovahî bigirin û hemî tedbîrên pêdivî bigirin ku sîvîlan ji enîya şer dûr bêxin û derfetan amade bikin ku alîkarîya mirovahî bigeheje sîvîlan," Kerry got.

Kerry niha li Erebistana Saudî ye ku daxwaza rawestandina êrîşên esmanî li Yemenê bike, jibo pêşnîyareke rêvekirina alîkarîyên mirovahî.

Hêjayî bîrxistinê ye, Hadi di meha Adarê de, piştî ku hêzên Husî xwe gihandibûn paytaxt Sana, revîbû Erebistana Saudî. Rîyad jî piştî wê, dest bi êrîşên esmanî li dijî serhildayên Husî yên Şîa kiribû.

XS
SM
MD
LG