Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asayîşa Rojava li Hesekê Qedexeya bi Şevan Derketinê Kolanan Dide


Bajarê Hesekê
Bajarê Hesekê

Piştî êrîşa roja Çarşemê li bajarê Hesekê, Rêvebirîya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê biryara qedexekirina çûnûhatinê di nav bajar de cîh kir.

Li gor birayê hemwelatî wê ji seet 8 êvarê heta 6 sibehê wê nikaribin derkevin kolanan.

Berdevkê Rêvebirîya Giştî ya Asayîşê Mihemd Xelo sedemên biryara Asayîşê şîrove kir:

"Ji ber rewşa awarte ya bajarê Hesekê, pêwîstî bi qedexekirina liv û tevgerê bi şev di nav bajar de hebû. Ev biryar jibo parastina jiyana welatiyan û ev cara yekê ye ku li bajarek li Rojava em biryareke wiha didin.”

Rojnamevanê Kurd li bajarê Hesekê Xalid Omer ji Dengê Amerîka ragihand ku ev biryar cihê şanaziya xelkên Hesekê ye, ne xasim ku rewşa bajar rewşek şer û pevçûne.

ZO_5_7_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

XS
SM
MD
LG