Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 100 Hezar Kes di Encama Şerekî de li Afganistanê Dibin Penaber


Neteweyên Yekbûyî îro Şemiyê ragihand ku bi kêmî 100 hezar kes ji malên xwe li bajarekî bakurê Afganistanê reviyane, li vê dema şer di navbera hêzên hikûmetê û mîlîtanên Talîban de.

Ev şerê li bajarê Kunduz tê, li vê dema ku desthilatdar dibêjin, çekdarên li rojhilatê welêt bi kêmî du kes kuştine û 36 kesên din revandine di êrîşekê de li ser lîstikeke krîkêt roja Pêncşemê.

Şerê li Kunduz 24ê Nîsanê destpê kir. Hêzên hikûmetê bi hezaran leşker şandine wî bajarê da ku şerê mîlîtanan li ser çend bereyan bikin.

Karbidestan xema xwe nîşan kiribû ku bajarê Kunduz piştî êrîşê têkeve jêr kontrola Talîbanê. Lê karbidestên berevaniyê nuha dibêjin ku piraniya deverên bajêr dîsa vegeriyane jêr kontrola hikûmetê.

Berdevkekî Komisyonerê Bilind ya NY bo Penaberan li Kabul, Mans Nyberg, got ku 15 hezar malbat jibo wergirtina alîkariyê hatine tomarkirin.

XS
SM
MD
LG