Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî Agirbestê, Êrîşên Esmanî li Yemenê Berdewam Dikin


Karbidestên ewlekariyê li Yemenê û rêberên serhildêrên Husî dibêjin, bi dehan êrîşên esmanî yên koalisyona bi serkêşiya Erebistana Saudî li bingeheke serhildêran li bajarê Se’eda yê bakurê Yemenê dane.

Li gorî karibdestên ewlekariyê, êrîşên esmanî îro Şemiyê komeke çekdarên Husî û bingehên wan yên hilanîna çekan kirin armanc.

Berdevkê Husiyan Hamid el Buxeytî dibêje, êrîşên esmanî Mizgefta Îmam Hadî ya dîrokî li Se’eda wêran kirine.

Ev êrîş di demekê de tên ku koalisyonê ferman daye sivîlên li deverên serhildêrên Şîa li bakurê Yemenê ku ji malên xwe derkevin.

Hêjayî gotinê ye ku 12ê Gulanê jibo agirbesteke mirovahî hatiye destnîşankirin da ku tîmên alîkariyê xwarin û dermanan derbasî cihên ziyan jiber şer dîtine, bikin.

XS
SM
MD
LG