Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Misilmanên Rohingya bi Qeyikan Digihêjin Îndonesyayê


Qeyikên ku dora 500 kes ji Misilmanên welatê Myanmarê tê de bûn gihiştin berava rojavayê Îndonesyayê.

Tîmên rizgarkirinê dibêjin, mêr, jin û zarok îro Yekşemê gihiştin bakurê parêzgeha Aceh. Misilmanên Rohingya yên Myanmar ji mêj ve rastî tepeserkirinê li welatê xwe tên.

Bi dehên salan, dewleta Myanmar cudahiyeke sîstematîk jibo Misilmanên Rohingya birêve dibe.

Di sê salên dawî de, êrîşên li ser Misilmanan ji aliyê komên Budîst ve bûne sedem ku jimarên herî mezin ji xelkê bi riya qeyikan ji Myanmar birevin.

XS
SM
MD
LG