Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Êrîşî Navendeke Hikûmetê li Qendehar Dike


Karbidestekî Afganî dibêje, di encama êrîşekê de li ser ofîsa ajansa îstixbaratan li başûrê Qendehar, çar karmendên ajansê birîndar bûne.

Hesîb Sedîqî, berdevkê Rêvebiriya Niştimanî ya Ewlekariyê dibêje, êrîşbirekî xwekuj trimbêla xwe ya tijî bombe li nêzîk avahiya ajansê Yekşemê zû teqand. Ew dibêje, pasevanên ewlekariyê yên li ber dergehê avahiyê teqe li du êrîşbirên din kirin û ew kuştin.

Berdevkê rêxistina Talîbanê Qerî Yûsif Ehmedî berpirsiya êrîşê bi riya emailekê xist stûyê rêxistina xwe. Wî herwiha berpirsiya êrîşeke din ya berdewam li bakur rojavayê stana Bedgîs xist stûyê Talîban.

Li gorî berdevkekî parêzgarê Bedgîs, çekdarên Talîbanê li bazara sereke ya deverê bicih bûne.

XS
SM
MD
LG