Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Elîko: Daiş Niha li Çar Cihan Êrîşî Herêma Cizîrê Dike Li Sûriyê


Fuad Elîko
Fuad Elîko

Rewșa niha ya herêma Cizîrê û Bajarê Kobaniyê, babeta kombûnekê bû di navbera niwêneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENK-S) li Tirkiyê û wezareta derve de.

ENK-S di vê kombûnê de ji Tirkan xwest ku metirsiya Daiș bi awakî rijdî bidin ber çavan û hewil bidin çareseriyekê li gel civata navnetwî jêre peyda kin.

Endamê desteya siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û endamê hevpeymaniya opozisyona Sûrî rêzdar Fuad Elîko, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê kombûne û got:

“Armanca me ji vê kombûnê ewbû em Tirkiyê agahdar bikin bi metirsiya heyî li herêma Cizîrê. Eger balafirên koalisyona navnetewî rojekê rawestin dê Daiș derbasî Cizîrê be û dê bêhtirî milyonek kes di demeke kurt de bibin penaber li Tirkiyê, wek ku Li Kobaniyê bûyî.”

Elîko ku niha li Istanbol dimîne, bal kișan ser rewșa niha ya Sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de û ragihand ku pêwîste Tirkiyê wî ji xelkê Kurd û alîkariyan re veke.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê,faylê deng veke

Fuad Elîko SW 5_10_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:48 0:00

XS
SM
MD
LG