Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rola ENK-S di Pêvajoyên Rewșa Sûrî de


Muhsin Tahir, Guman Hisên û Serhan Îsa
Muhsin Tahir, Guman Hisên û Serhan Îsa

Ji roja damezrandina Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) de, ew gelek caran rastî kosp û bendan hatiyê ku wê bi șûnve dibe û nikare çi gavan ber bi pêș bavêje.

Di dîroka wê ya kin de, gelek partî jê dûrketin û di gelek hewildanên wergirtina baweriya kolana kurdî de, têk çû bêyî ku çi bihane ji wê tênçûnê re hebin.

Ne tenê wiha jî, di dema ku pêwîstbû partiyên wê nêzîkî hev bên, ew ji hev diqetiyan û pirtir dibûn.

Eger ENK-S lașekî yekgirtiye çima ew nikare tiștekî berbiçav li ser erdê bike, û eger ne wiha ye hebûna wê ji bo çiye? Hebûna wê tenê wek nav çi sûdê qezenc dike?

Ew ji aliyê gelek kesan ve tê tawanbarkirin ku ew tenê gunehên xwe dixe stûyê TEV-DEM, di demekê de ku wê çi piroje nînin û eger hebin jî tenê gotinên, tiștekî rijdî li ser erdê tune.

Bernameya Hest û Helwest, bi beșdarbûna sê mêvanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê Melteba siyasî ya Pariya Demuqrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) rêzdar Muhsin Tahir ku li bajarê Qamîșlo dimîne; peyvdarê civata Êzîdiyên Sûriyê rêzdar Serhan Îsa ku li bajaraê Disildorf,Almanya dimîne, û her wiha endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) rêzdar Guman Hisên ku ew jî li bajarê Dortmond, Almanya dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Sense & Stance SW 5_12_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:02 0:00


XS
SM
MD
LG