Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarekî Pêşmerge di Peqînekê de li Kerkûkê Hat Kuştin


General Salah Delmani di êrîşekê de hat kuştin
General Salah Delmani di êrîşekê de hat kuştin

Ajansa Associated Press (AP) radigihîne ku di encama peqînekê de li bakurê Îraqê, fermandarê bilind yê pêşmergeyan General Salah Delmani û du zerevanên wî hatin kuştin.

General Delmani ku qumandarê Lîwa 118’ê ya pêşmergeyan bû di şerê dijî koma tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de nav dabû.

Karbidestên Kurd ragihand ku Delmani û du kesên ligel wî hatine kuştin, dema bombeyek li nêzîkî Kerkûkê li ba otomobîla wan hate peqandin.

Karbidestên pêşmergeyan ji AP re dîyar kir ku hîn ne zelal e madeyên peqînkar di nav otomobîla wan de cîhkiribû yan konvoya wan li bombeyeke ser rê qelibî.

Hêjayî gotinê ye, demûdest ti kes berpirsîya wê êrîşê ranekir ser xwe.

XS
SM
MD
LG