Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bi Tundî Nîgeran e Li Dor Fermana Bidarvekirina Morsî


Amerîka dibêje ew bi tundî nîgerane li dor fermanên derçûyî di derheqê serokê berê yê Misir Mihemed Morsî û bêhtirî 100 rikberên din di doza bazdana bi kom ji zîndanê di sala 2011 an de.

Berpirsekî wezareta derve ya Amerîka îroj yekșemê ragihand ku ew bi berdewamî li dijî dadgehkiriên bi kom in, ku bi șêweyekî dibin nagunce bi pêgiriyên Misir yên navnetewî û deswthilata yaseyê re.

Hêjayî gotinê ye ku ferman doh șemiyê li Dadgeha Qahîra derçûn.

Di babeteke girêdayî de, Misir șeș kes bidarve kirin ku hatibûn tawanbarkirin bi kuștina serbazan di sala 2014an de.

Ew kesên ku îroj yeșemê di zîndaneke Qahîra de bidarve bûyî, hat ragihandin ku endambûn di gurûpeke girêdayî bi Dewleta Îslamî de ku bingeh li Sînai e.

Rêxistinja Amnesty ya navnetweî dadgehkirina van kesan bi dadgehkirineke ne dadmend wesif kir.

XS
SM
MD
LG