Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nepalê Hin Termên Din Hatin Dîtin Piştî Ketina Balafirekê


Îroj yekșemê berpirsan ragihand ku termên șeș kesên hêza Marines a Amerîkî û yên du serbazên Nepalî hatin dîtin piștî ketina balafireke helikopter di dema erkeka alîkariyê de ji bo qurbanên erdheja Nepalê.

Balafira UH-1 "Huey" roja înê hatibû dîtin piștî çend rojan ji lêkolînên berfereh li ser çiyayên bakurê rojhilata Katmando ya Paytext. Sê term roja înê hatibûn dîtin ji aliyê tîmên leșkerî yên Amerîka û Nepalê û yên din jî doh șemiyê hatin dîtin.

Tê zanîn ku Amerîka erka alîkariyê șand Nepalê piștî erdheja pile 7.8 di 25 meha nîsanê de ku di encamê de bêhtirî 8,200 kes jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha erdhejeke din roja sêșemê li Nepal rûda, 117 kes kuștin û derdora 2,800 kesên dinjî birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG