Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darizandina Rojnamevanê Amerîkî yê Girtî di 26'ê Gulanê de li Tehranê ye


Rojnamevanekî Amerîkî ku ji saleke vir ve li Îranê zindankirî ye bi tawanên îxanetê hefteya tê derdikeve pêş dadgehê.

Medya dewletî îro Sêşemê ragihand ku darizandina şefê buroya Washington Post ya Tehranê Jason Rezaian di 26'ê Gulanê de destpê dike.

Ajansa nûçeyan ya Fransî ji zarê awuqatê Rezaian radigihîne ku ewê ligel hevjîna xwe û bi kesekî din re, ku her sê bi hevre hatibûn girtin, derdikeve pêş dadgehê.

Amerîka, rêxistinên azadîya medyayê û Washington Post hemî girtina Rezaian ya bê tawan rexne dikin.

Malbata Rezaian û Edîtorê Rêvebir yê Marty Baron nerazîbûna xwe dîyar kir ku Rezaian nekaribû serdana parêzêrê xwe bikira.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî Marie Harf jî gotûbû ku îdîayên tawanên dijî Rezaian derew û bê bingeh in.

XS
SM
MD
LG