Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rêza Sêyem Di Nav Kurdên Sûriyê De


Kawa Azîzî û Mehmûd Mihemed
Kawa Azîzî û Mehmûd Mihemed

Partiya Yekîtî Niștimanî Kurdistanî 7 partiyên Kurdên Sûriyê vexwendine Sulêmaniyê ji bo guftûgo kirina rewșa siyasî û nakokiyên heyî di navbera aliyên siyasî de li Kurdistana Sûriyê.

Ev vexwendin di demekê de tê ku her du aliyên sereke TEV-DEM û ENK-S di damezrandina lêvegera siyasî de têk çûn û nikaribûn bingehê yekgirtî ji xebata xwe re ava kin.

Herçendî gavên yekîtiyê herdem pîroz in û pêwîste piștgiriya wan bibe, hin alî li vê vexwendinê wek piștgiriya aliyekî li beramber alîyekî din temașe dikin û ew dibêjin hemî partiyên hatî vexwendin bi rengekî ji rengan nêzîkî TEV-DEM in.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mevanan vê babetê ronî dike:

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Yekîtiya Demuqrata Kurdî li Sûriyê rêzdar Mehmûd Mihemed ku li Hewlêr dimîne û her wiha endamê serkirde yê Partiya Demuqrata Kurdistanî- Sûriyê(PDK-S) rêzdar Kawa Azîzî ku ew jî li Hewlêr dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Sense & Stance SW 05_19_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:22 0:00

XS
SM
MD
LG