Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kamîran Hac Ebdo: Divê Sûriyê Li Ser Bingeha Fedralîsmê Bê Damezrandin


Kamîran Hac Ebdo
Kamîran Hac Ebdo

Șandê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê rêzdar Staffen De Mistura berdewame di Kombûnên xwe yên rawêjkariyê de li gel alî û partiyên Sûrî ji bo gihîștina çareseriyeke hevbeș ji bo pirsgirêka welat re.

Doh jî di vê çarçewê de rêzdar De Mistura kombûnek li gel șandê Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENK-S) li dar xist û bîr û boçûnên wan wergirtin.

Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demuqrata Kurdî li Sûriyê rêzdar Kamîran Hac Ebdo, ji Dengê bAmerîka re ronî dar ser vê kombûnê û got:

“ Rûniștinên li gel De Mistura amadekarî ne ji bo Cinêv 3. Eger hat û Cinêv li dar ket, pêwîste hin pêșniyar hebin ji bo çareseriyê. Kombûna ENK-S jî li gel De Mistura tê wateya ku ENK-S niwêneratiya beșekî ji xelkê Sûriyê dike.”

Hac Ebdo ku yek ji endamên șandê ENK-S bû di vê kombûnê de, ragihand ku wan li gel De Mistura behsa pêșeroja Sûriyê kir û pêwîstiya ku ew li ser bingeheke Fedralî û demuqratic bête ava kirin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê,faylê deng veke

Kamîran Hac Ebdo SW 05_23_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:34 0:00

XS
SM
MD
LG