Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nobedariya 17 Rojan a ‘Kamp Armen’ Bi Ser Ket


Ji bo sêwîxane û havîngeha civaka Ermenên li Tirkiyê ‘Kamp Armen’ ku biryara xerakirin û radestkirina wê jibo hin karsazan hatibû dayîn, piştî nerazîbûn û çalakiyên bizavakaran hate rawestandin.

Kamp Armen li navçeya Stenbolê Tuzla ye ku li sala 1962’yan piştî avabûna wê heta 1979’an qasî hezar û 500 zarokên Ermen li wê sêwîxaneyê perwerde girtine.

Civaka Ermen a Tirkiyê dibêje, ‘Kamp Armen’ her ku milkê fermî yê Weqfa Ermenan û Kilîseyê bûye jî piştî 1979’an dest danîne ser û heta niha jî tenê wekî havîngeheke Ermenan dihat bikaranîn.

Demekê berê Şarevaniya Tuzlayê biryara xerakirina wê kampê hate da ku civaka Ermen bi tundî lî dijî vê biryarê derket.

Piştî nobedariya 17 rojan a li kampê îro Şemiyê hate ragihandin ku hevdîtinên bi xwedî milkên Kamp Armenê û şaredariyê re encam dane û biryar hatiye standin Kamp Armenê radestî Weqfa Kilîseya Ermenan a Gedikpaşayê bikin.

Ji bilî çalakiyên nobedariya kampê roja Îniyê êvarê li Stenbolê li ser kolana Îstiklalê meşek hate li dar xistin.

Di daxuyaniya ‘Hevkariya Kamp Armenê’ de hate gotin, “Kamp Armen emaneta hezar û 500 zarokên Ermen e ku yek ji wan jî Hrant Dînk bû. Divê Kamp Armenê radestî gelê Ermen bikin. Heta em tapoya milkê wê nestînin û radestî Weqfa Ermen nekin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Li dema çalakiyê berbijêra parlemanteriyê ya HDP’ê li Stenbolê Flo Uluk jî li ser biryara xerakirina kampê ji Dengê Amerîka re peyivî.

“Pir watedar e ku di sed saliya qira Ermenan de biryareke wiha hatiye standin. Ev tê wê maneyê ku me sed sal berê çi kiribe em dikarin niha jî bikin. Jiber ku HDP jî bîra gelan e, ev êrîş hem dijî HDP’ê ye hem jî dijî gelê Ermen e. Emê heta dawiyê vê prosesê bişopînin û nehêlin dest deynin ser Kamp Armenê.”

Bizavker Meltem Aram ku nobedariya kampê dikir jî got, “Em ne tenê jibo rizgarkirina Kamp Armenê çalakiyan li dar dixin, em her wiha dixwazin fişarê li ser rêvebiriya Tirkiyê bikin da ku kuştinkariyên ser Ermenan ronî bike û pênasînê li qira Ermenan bike.”

Xwepêşandin Ermenan li Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG