Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Etyopyayê Bidawî Dibin û Jimartina Dengan Destpê Dike


Li Etyopyayê tê çaverêkirin ku Partiya Bereya Demokratîk ya Gel ku ev bûye bêtirî 20 salan di desthilatê de ye, hilbijartinên giştî li welêt bidext bixîne.

Şirovekar dibêjin, ew piştrast in Serokwezîr Hailemarian Desalegn di posta xwe de bimîne.

Encamên serete yên hilbijartinên Yekşemê di nav çend rojan de tên çaverêkirin, lê ewê jimartina dawî ya dengan meha bê were eşkerekirin. Li Etyopyayê 37 milyon kes maf hene ku deng bidin.

Rêxistinên mafên mirov dibêjin, hilbijartinên Yekşemê ne azad bûn, jiber ku partiya desthilatdar rê li ber piştgirên opozisyonê digire û bi awayekî berdewam nivîskar û rojnamevanan desteser dike.

Etyopya xwedî yek ji bihêztirîn abûrî li Afrîqa ye.

XS
SM
MD
LG