Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Berpirsiya DAÎŞ ya Teqîna Mizgefta Şîa Piştrast Dike


Erebistana Saudî piştrast kir ku teqîna xwekuj ya roja Îniyê li ser mizgefteke Şîa li rojhilatê welêt, karê rêxistina mîlîtan ya Dewleta Îslamî (DAÎŞ) bû. Di encama wê teqînê de 21 kes hatibûn kuştin.

Rêxistina DAÎŞ demeke zûtir berpirsiya teqînê xistibû stûyê xwe.

Wezareta Hundir ya Erebistana Saudî kesê êrîşbir bi navê Salih bin Ebdulrehman el Qaşamî da nasîn. Ev kes bixwe welatiyekî Saudî ye. Daxuyaniya wezaretê bi riya ajansa fermî ya nûçeyan derengî Şemiyê hate belavkirin.

Wezareta Saudî got, el Qaşamî ji aliyê hikûmetê ve dihate xwestin jiber girêdana wê grûpeke terorîst ya ser bi DAÎŞ ve.

Êrîşa ku li gundê el Qudîh li devera Qetîf ya rojhilatê Erebistana Saudî pêk hat, ya herî kujer bû li welatê Kendavî ji dema êrîşên sala 2004 yên el Qayîde li ser bingeheke karkerên biyan.

Êrîşa roja Îniyê kêmaniya Şîa li Erebistana Saudî kir armanc.

XS
SM
MD
LG