Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîkoptereke Rejîma Sûriyê li Helebê Tê Xwarê


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Televizyona dewletê ya Sûriyê dibêje, helîkoptereke hikûmetê li bingeha leşkerî ya Kweyres ya bakurê welêt hatiye xwarê û di encamê de hemû kesên tê de hatine kuştin.

Raporteke televizyonê li ser zarê karbidestekî leşkerî got, helîkopter îro Yekşemê jiber pirsgirêkeke teknîkî hate xwarê.

Lê raportê eşkere nekir çend kes di nav helîkopterê de bûn dema hate xwarê.

Kweyres bingeheke leşkerî li parêzgeha Helebê ya bakurê Sûriyê dikeve. Ew nêzîkî bajarê El Bab e yê ku nuha di destê mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) de ye.

Serhildayên Sûrî berê helîkopterên hikûmetê xistine xwarê.

XS
SM
MD
LG