Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Malezyayî Ser Sînorê Taylandê 139 Gorên Penaberan Dîtin


Berpirsê polîsên Malezyayê dibêje, 139 gor li nêzîk sînorê welêt ligel Taylandê hatine dîtin. Tê bawerkirin paşmayên koçberan di wan goran de bin.

Berpirsê Polîsê niştimanî Xalid Ebû Bekir îro Duşemê ji rojnamevanan re got ku ew gor li 28 kampên berguman yên veguhestina mirovan hatin dîtin. Tê xuyakirin ku di her kampekê de 20 bo 300 kes dihatin hewandin.

Birêz Bekir got, tîmên wî di prosesa derkirina terman de ne da ku ji alîyê bijîşkên pispor ve werin şopandin.

Li başûrê rojhilata Asyayê krîzeke mirovahî heye, tê de bi hezaran xelk ji Myanmar û Bangladeş bi qaçaxî tên derbas kirin bo Malezya û Endonezyayê bi rêya Taylandê.

Piranîya xelkên Bangladeşê dixwazin ji hejarîya li welatê xwe birevin, di vê dema ku Misilmanên Rohingya jiber cudahîya olî ji alîyê Budîstên Myanmar direvin.

XS
SM
MD
LG