Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkayê Kuba ji Lîsta Dewletên Piştgir yên Terorîzmê Derxist


Amerîka di hewleke nû ya baştirkirina peywendîyan de, îro Înê Kuba ji lîsta dewletên ku piştgirî didin terorîzmê derxist.

Serok Obama, piştî hevdîtina xwe ya ligel rêberê Kubayî Raul Castro, di meha Nîsanê de dîyar kiribû ku ew dixwaze Kuba ji lîsta terorîzmê derxîne û her du alî nûnertîyên xwe vekin.

Hêjayî balkişandine ye, Kongresa Amerîkî nerazîbûna xwe li hember daxwaza Serok Obama ranegihand, tevî ku dikarîbû di nav 45 rojan de mafê xwe dijberîyê bixebitanda.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry li paytaxta Kuba, Havana biryara derxistina Kuba îmza kir. Wî got, Kuba di nav şeş mehên dawî de piştgirîya terorîzmê nekir û wê garantî da Amerîka ku wê piştevanî neke.

Amerîka di sala 1959’an de ambargo danabû ser Kuba, dema Fidel Castro yê hevalbendê Yekîtîya Sovyetê ya berê hatibû ser desthilatê.

Hêjayî gotinê ye, niha sê dewlet, Îran, Sudan û Sûrîye di lîsteya dewletên piştevanên terorîzmê ya Wezareta Derve ya Amerîkî de cîh digirin.

XS
SM
MD
LG