Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Bêtirî 4200 Koçber ji Nav Deryaya Spî Rizgar Dike


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Polîsên beravî yên Îtalyayê roja Îniyê bêtirî 4200 koçber ji nav Deryaya Spî rizgar kirin. Hêzên deryayî yên Îtalyayê û keştiyên Alman û Îrelandî di wê operasyonê de alîkariya polîsên Îtalî kirin.

Li gorî polîsan, 17 termên koçberan hatin dîtin. Lê demûdest nehatiye diyarkirin ka sedema mirina wan çi ye. Karbidestên Îtalî hergav dibêjin, rewşa xirab ya qeyikên ku koçber bi wan tên û herwiha westan û tîbûn dibin eger ku gelek koçber dimirin.

Di vê dema dawî de, jimara koçberên ku ber bi Ewrupayê ve diçin zêde bûye. Çavdêr dibêjin, nebûna qanûnê li Lîbyayê, hiştiye ku gelek koçber di wir re berê xwe bidin beravên Ewrupayê. Gelek ji van koçberan ji Sûriye, Nîjerya, Malî û Erîteryayê jiber şer û tundûtûjiya siyasî direvin.

XS
SM
MD
LG