Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bermîlên Teqînok yên Rejîmê 71 Kesan li Helebê Dikujin


Çalakvanên Sûrî dibêjin, di encama êrîşeke esmanî ya hêzên rejîmê de 71 kes li parêzgeha Helebê ya bakurê Sûriyê hatin kuştin. Piraniya wan kuştiyan jî kesên sivîl bûn.

Çavdariya Sûrî ya Mafên Mirov dibêje, helîkopterên leşkerî bermîlên teqînok avêtin ser taxa Şe’ar ya li jêr destê serhildayan û herwiha ser bazarekê li bajarokê el Bab ku di destê mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) de ye.

Bermîlên teqînok, çekek e ku rejîma Sûriyê li dijî opozisyonê bikar tîne. Ew ji neft û gaz û hinek alavên teqînok tê çêkirin.

XS
SM
MD
LG