Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sepp Blatter Dîsa Dibe Serokê FIFA'yê


Sepp Blatter.
Sepp Blatter.

Sepp Blatter bi hêsanî gereke pêncemîn wekî serokê Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) bidest xist.

Ev yek hat, tevî girtina 14 karbidestên FIFA li ser tawanên gendeliyê û ragihandina du vekolînên gendeliyê li nav FIFA ji aliyê Amerîka û Swîsrayê.

Blatter yê 79 salî 133 deng di gera yekem ji dengdana ku li bajarê Zurîh çê bû, bidest xist. Hevrikê wî Mîr Elî bin El Hisên ji Urdunê 73 deng bidest xist.

Blatter yê ku wekî siyasetvanekî zane tê dîtin, bi awayekî stratejîk piştgiriya welatên Afrîqa û Asyayê wergirt. Mîr Elî jî piştgiriya welatên Ewrupayî û hinek welatên Amerîkayî wergirt, lê dengên wan serkeftina Mîr Elî li dijî Blatter misoger nekir.

Du komelên sereke yên futbolê li Ewrupayê bang li Blatter kir ku berî dengdana serokatiyê FIFA dev ji kar berde, lê Blatter guhdariya wan nekir.

XS
SM
MD
LG