Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Cefer: Daxuyaniya Koalîsyona Sûrî Li Dor PYD Bê Belge ye


Salih Cefer
Salih Cefer

Doh șemiyê, hevpeymaniya opozisyona Sûrî di daxuyaniyekê de partiya Yekîtiya Demuqrat(PYD) tawanbar kir bi kiryarên terorî û zêdegaviyên di derheqê mirovan de li parêzgeha Hesekê. Lê Fermandariya giștî ya YPG ev yek red kir û di daxuyaniyekê de ragihand ku hevpeymanî bi daxuyaniyên wiha xizmeta Daiș dike.

Nivîskarê Kurd Salih Cefer, ji Dengê Amerîka re ronî dar ser vê babetê û got:

“Daxuyanî bi awakî giștî hatiye nivîsandin û çi bûyerên diyar û destnîșankirî têde nehatine ziman, loma ez wê wek tawanbariyeke siyasî dinasînim. Pêwîstbû Koalîsyonê helwesta xwe bi belgeyan pêșkêș kiriba ne bi axaftinan.”

Cefer ku li Holenda dimîne, bal kișand ser rewșa ENK-S di hindirê Koalîsyonê de û ew wek çarçoweke di navbera du agiran de mayî wesif kir.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê,faylê deng veke

Salih Cefer SW 5_31_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:01 0:00

XS
SM
MD
LG