Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengên HDP li Ruhayê Zêde Dibin Lê AKP Dîsan jî Partiya Yekem e


Bajarê Ruha ji hilbijartinan re amade ye.
Bajarê Ruha ji hilbijartinan re amade ye.

Li Ruhayê rewa hibijartinê bi kelecaniyekê dewam dike. Ligel ku Partiya desthilatdar AKP li wir li pêş e, HDP jî di navenda bajêr de êdî xwe daye qebûl kirin. Bi taybet di kesayetiya bajarvanê berê yê Amedê Osman Baydemir de.

Osman Baydemir di hilbijartinên şaredariyê de jî li Ruhayê bibû namzet. Ligel ku nehate hilbijartin jî, dengê HDP ji sedî 17 derket ji sedî 30.

Bi 13 navçeyên xwe hejmara Ruhayê ji 1 milyon û 845 hezar û 667 ye. Lê hejmara hilbijêran 934 hezar û 429 e. Ji sedî 55ê vê hejmarê li her sê navçeyên navenda bajêr dijîn.

Kurd li navendê hene lê giraniya xelkên bajêr Ereb û Tirkmen in. Lewma dengen navenda Ruhayê ji partiyên desthilatdar re diçin. Vê carê wê 12 parlamenter ji Ruhayê derkevin û herin Enqerê.

Lê mirov dikare bêje ku hem şerê Sûrî hem şerê Kobaniyê jibo Ruhayê jî bûye qonaxeke mezin. Şerê Sûrî herî zêde bandora xwe li Ruhayê dike. Jiber ku li navend û navceyên Ruhayê nêzî 500 hezar penaberên Sûrî dijîn. Rêjeya bêkariyê pir zêde bûye. Jiber ku penaberên Sûrî bi buhayekî erzan kar dikin, derfetên kar ji Ruyayiyan re namînin. Gelek kesên ji Sûrî ji xwe re dikan û bazaran jî vekirine.

Bêtir agahî di dirêjahiya vê raportê de.

Hilbijartin li Ruhayê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:57 0:00

XS
SM
MD
LG