Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Amerîkî Dibêje 10 Hezar Çekdar Hatin Kuștin Ji Destpêka Helmeta Dijî Daiș Ve


Cêgirê Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken, îro Çarşemê, ji radio France’s Inter re got , bêhtirî 10 hezar çekdarên Daiș hatine kuştin di encama helmeta leşkerî ya dijî gurûpê de.

Gotina birêz Blinken hat piştî civîna wî û karbidestên din ji Kowalisyona Navnetewî, bi Serowezîrê Iraqî Hayder El-Ebadî re li Parîsê, ji bo guftûgokirina stratîjiya leşkerî ya dijî Daiș li Iraqê.

wî herwiha got,” li gel hemî kêşe û aloziyan stratîjiya me serkeftiye.”

Tê zanîn ku Amerîka di meha Tebaxê de, li Iraqê, dest bi serpereştiya êrîşên Esmanî kir li dijî Daiș, ji bo piştgiriya hêza artêşa Iraqê di qadên şer de.

Li gor agahiyan, rojane derdora 14 êrîşên Esmanî dibin.

Ji aliyê xwe ve, birêz Ebadî, gazin ji hevpeymaniya navnetewî kir , ji bo nedana çekan bo hêzên alîgirên hikûmeta Iraqê di şerê dijî Daiș de.

XS
SM
MD
LG