Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Dibêje Bi Sedan Penaberên Sûrî Li Ser Sînorê Urdunê Bê Cî û War Mane


Di raporta xwe ya îro çarşemê de, gurûpa Human Rights Watch, ku bingeh li New York e, got bi sedan penaberên Sûrî li ser Sînorê Urdunê bê çare û cî û war mane û nikarin derbasî Urdunê bin.

Raport li ser wêneyên ajansên alîkariyê yên penaberên Sûrî hate amadekirin, ku li nêzî 2,500 penaberên Sûrî li ser sînorê Urdunê ji meha Nîsanê ve, asê mane û hikûmeta Urdunî rê nade wan ji bo derbasbûnê.

Nedîm Houry, birêvebirê heremî yê Human Rights watch, got hikûmeta Urdunî alîkariyeke mezin ji penaberên Sûrî re kiriye, lê ev nayê wateya ku penaberên nû li ser sînor bê parastin û alîkarî bimînin.

Ji aliyê xwe ve,peyvdarê hikûmeta Udrunî Muhemed Momanî, got welatê wî siyaseta sênorên vekirî pêk tîne lê li gor yaseyên rêxistinên navnetewî.

HRW gazind ji welatên navnetewî kir, li dor lewaziya wan di derbarê alîkariya penaberên Sûrî li Urdun û çend welatên din li derdora Sûriyê.

XS
SM
MD
LG