Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdan li Tirkîyê Dîrok Tomar Kir


Nezmî Gûr: Ew li ser soza xwe ya demê kempêna helbijartina ne û qet koalisyonê digel AKPê dirûst nake.

Kurdan li Tirkîyê dîrok tomar kir. Cara yekê wek girup ketin helbijartinan û rêjeya 10% derbaz kir. Encamên ne fermî xweya dikin ku lîsta Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ê pitir ji 13% ya dengan bi destve îna û 79 yan 80 kursîkên perlemanê welatî birine.

Diyare helbijartinên 2015ê ne li gora hîvîyên Partiya Dad û Pêşvebirinê ya desthilatdar bû. Serokê partiyê Receb Teyyib Erdogan bi hîvî bû piraniyê bibe û sîstemê hikûmraniya welat bike sistemê serokatiyê. Lê encaman ew bê hîvî kir. Piştî 13 salên hikûmraniyê niha ew nikare hikûmetê jî pêkbîne.

Serokê AKPê li Amedê Muhammed Aktar gote bernameya Em û Siyaset, nêzîktirîn part jibo AKPê hevbendiyê digel pêkbîne HDPê ye. Lê cêgirê hevserokê HDPê Nezmî Gûr got, ew li ser soza xwe ya demê kempêna helbijartina ne û qet koalisyonê digel AKPê dirûst nake.

Jibo guhdarîkirina bernama Em û Siyaset, failê deng vî dagire;

Kurdan li Tirkiyê Dîrok Tomar Kir
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:02 0:00

XS
SM
MD
LG