Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rawêjkarên Amerîkî Di Navbera 6 ta 8 Hefteyan De Diçin Îraqê


Qonaxa bê ya hewlên Amerîka ji bo alîkariya Îraqê di șerê dijî Daiș de, di navbera 6 ta 8 hefteyan dest pê dike. Wezareta berevaniyê got derdora 450 kesayetiyên leșkerî amade dibin ji bo çûyîna parêzgeha Anbar di erkeke rawêjkarî de bo hêzên Îraqê.

Ewê kar bikin li baregeha leșkerî ya Taqqadum ku dikeve navbera Ramadi û Fallujah, herdû bajarên ku niha di bin destê Daiș de ne.

Peyvdarê Wezareta Berevaniya Amerîka Colonel Steve Warren, got li baregeha Taqqadum hêzên Amerîka dê rawêjkariyê ji bo Firqeya 8em ya Îraqî pêșkêșî kin,û herwiha dê êlên Sunnî bi hêzên hikûmetê ve girê din.

Koșka Spî ev erk duh Çarșemê ragihand û got Serok Barack Obama di vê derbarê de li gel Serokwezîrê Îraqê Heyder El-Ebadî axivî bû.

XS
SM
MD
LG