Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Xwekuj 10 Leşker û Endamên Mîlîşyayan li Îraqê Dikujin


Hinek endamên mîlîşyayên Şîa. (wêne ji arşîvê ye).
Hinek endamên mîlîşyayên Şîa. (wêne ji arşîvê ye).

Desthilatdar li Îraqê dibêjin, êrîşên xwekuj yên hemahengkirî deverên ewlekariyê kirine armanc û di encamê de 10 kes li bakurê Bexdaya paytext kuştine.

Karbidestên polîs dibêjin, çar êrîşbirên xwekuj îro Şemiyê bi trimbêlên tijî teqînok derbasî nav du xalên kontrolê û bingeheke leşkerî li devera Hejaj bûn û 10 endamên mîlîşyayên Şîa û hêzên hikûmetê kuştin. Karbidest dibêjin, bi kêmî 20 kesên din jî birîndar ketin.

Hejaj li ser riya di navbera Beyjî û Tekrît li parêzgeha Selahedîn dikeve.

Polîsan got, her çar êrîşên xwekuj di nav 15 deqeyan de çê bûn.

Karbidestên nexweşxaneyê jimara qurbaniyan piştrast kir. Hemû karbidestan navên xwe eşkere nekir, jiber ku wan destûr nebû ligel rojnamevanan biaxivin.

XS
SM
MD
LG