Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Şandina Çekan bo Rojhilatê Ewrupayê Dide Ber Çavan


Ashton Carter.
Ashton Carter.

Karbidestên Amerîkî do Şemiyê ragihand, Washington wê yekê dide ber çavên xwe ku çekên giran bişîne jimareke welatên Baltîk û yên Rojhilatê Ewrupayê.

Mebesta vê yekê jî ew e ku peyameke bihêz ji Serokê Rûsya Vladimir Putin re were şandin ku Amerîka dê berevaniya hevalbendên xwe yên NATO’yê li Rojhilatê Ewrupayê bike.

Ev gav cara yekê di rojnameya New York Times de hate belavkirin.

Girjî ji berê de li Rojhilatê Ewrupayê bilind bûye, piştî cudakirina Rûsya ya nîvgirava Qirimê ji Ukraynayê û herwiha jiber nakokiya heyî li Ukraynayê.

New York Times dibêje, divê Wezîrê Berevaniyê Ashton Carter û Koşka Spî bernivîsê qebûl bikin da ku çek û alîkariya leşkerî werin şandin bo Bulgaria, Estonia, Latvia, Lithuania, Polonya, Romania û dibe Meciristan (Hungaria) jî.

Wezîrê berevaniya Lativa, Raimonds Vejonis ji New York Times re got, “eger tiştek çê bibe, em nikarin roj û hefteyan li hêviya alîkariyê bimînin. Divê em ji nuha de amade bin.”

Eger hate qebûlkirin, ewê bernivîs bibe egera danîna çekên giran bo cara yekem ji dema Şerê Sar li van welatên ku rojekê ji rojan li jêr bandora Sovyêtê bûn.

XS
SM
MD
LG