Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sudanê ji Afrîka Başûr Vedigere Welatê Xwe


Serokê Sudanê Omar el Beşîr.
Serokê Sudanê Omar el Beşîr.

Serokê Sudanê yê ku ji aliyê Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) ve tê xwestin, ji Afrîka Başûr ber bi welatê xwe ve vegeriya ye.

Balefira serokê Sudanî îro Duşemê ji Johannesburg derket, tevî ku gotineke fermî nebû ku bi rastî ew di nav de bû.

Demeke zûtir roja Duşemê, wezîrê ragihandinê yê Sudanê got, Serok Omar el Beşîr dê bêguman di dawiya hilcivîna Yekîtiya Afrîkayê de îro vegere welatê xwe. Ev yek hat, tevî fermana dadwerekî Afrîka Başûr ku bang li desthilatdaran kir, nehêlin el Beşîr ji firokxaneya Johannesburg derkeve.

Serdanên Omar el Beşîr yên navnetewî ji nêzîkayî ve tên şopandin, piştî ku ICC 10 tawan lê dan, di nav de jî jenosîd, tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê hene, jiber şandina artêşê ligel mîlîşyayên Ereb da ku serhildaneke çekdar li herêma Darfur sala 2003.

Lê Wezîrê Ragihandina Sudanê Ehmed Bilal Osman ji Dengê Amerîka re got ku serokê welatê wî ne tawankar e û ew beşdarî hilcivîna Afrîkî bû piştî wergirtina garantiyan ji aliyê serokê Afrîka Başûr Zuma ve.

XS
SM
MD
LG