Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agahiyên Dawî Derbarê Şerê Girê Spî


Li gorî raportên dawî ji bajarê Girê Spî yê ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê dikeve, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hevalbendên wan yên Ereb li ber dergehên bajarokê di dest DAÎŞ de ne.

Girê Spî ji sê hêlan ve hatiye dorpêçkirin û bi alîkariya firokên koalisyona navnetewî, hêzên Kurd êdî hewl didin ku bajar bi temamî kontrol bikin.

Nûçegihanê Dengê Amerîka li Qamişlo Zana Omer radigihîne ku YPG ji aliyê Serêkaniyê û Kobaniyê ve digirin ser Girê Spî. Wî herwiha got, piştî kontrolkirina bajarokên wekî Silûk, êdî kontrolkirina Girê Spî êdî meseleya demê ye.

Ji aliyê xwe, Ridwan Bêzar, nûçegihanê ajansa AraNews dibêje ku dora 13 hezar penaber ji xelkên Girê Spî jiber şer reviyane û derbasî Tirkiyê bûne. Birêz Bêzar herwiha got, heta ku ji DAÎŞ tê ew naxwaze xelk ber bi Tirkiyê ve herin, da ku êrîşên esmanî yên koalisyonê çekdarên wan li nav Girê Spî nekin bombebaran nekin.

Bêtir agahî û şirove di dirêjahiya van hevpeyvînan de.

Agahiyên Dawî derbarê Şerê Girê Spî
please wait

No media source currently available

0:00 0:13:42 0:00

XS
SM
MD
LG