Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rola Jina Kurd Di Șerê Sûriyê De


Kerîma Reşko û Çavya Elî
Kerîma Reşko û Çavya Elî

Ne veșartiye jina Kurd roleke berz û berbiçav di șerê Daiș de lîst û hîn jî bala hemî cîhanê dikșîne. Ew mil bi mil bi mêrê Kurd re, di qadên șer de amade ye û bi awakî rojane dupat dike ku ew dikare serkirdayetiyê di eniyên șer de bike û dastanên lehengiyê tomar ke.

Lê li beramber wê, jina Kurd di warê siyasî û civaka sivîl de gihîștiye çi astê û dikare çi pêșkêș ke?

Di rewșeke wiha aloz de, li welatekî rastî șerekî navxweyî bûye, û di civakek xweparêz de wek civaka Kurd li Sûriyê; jina Kurd dikare çi rolê bilîze?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Seroka yaneya rewșenbîrî ya xwedî pêdiviyên taybet û niwênera Sûriyê di Yekîtiya Navnetewiya ya Kêmendaman de rêzdar Çavya Elî ku li Siwêd dimîne; û çalakvana Kurd Kerîma Reșko ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Sense & Stance SW 06_16_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:59 0:00

XS
SM
MD
LG