Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Nemir: Huner Pirsgirêkên Mirovaniyê Tîne Ber Çav û Wan Ron Dike


Pêykersazê Kurd Salih Nemir di sala 1972an de li rojavayê Kurdistanê, gundê Topkê ya nêzî Dêrika Hemko ji dayik bûye, û li wir çavê xwe li ser xwezayê yê û sawirê çîrok û stiranên Koçerî yên Kurdiya resen guhdarkir.

Salih weku gelek ji miletê Kurd li Sûriye bê nasname ma bû ji ber kiryarên nijdaperestiya Basiyan, loma wî berê xwe da Şama paytext da ku xwendina hunerê bike û li wir li Institiya hunera ciwan xwendin qedand di beşê Pêkresaziyê de, û li wir bû mamosteyê hunerê û herwisa jî xwedan şêwe di nav behra hunemndên bajêr û derdora wê de.

Salih beşdarî çendîn pêşangehan bû li seransrî Sûriye, Kurdistan, Tirkîye û kesayetiya xwe ya hunerî da pêş di berhemên xwe de.

Babata mirov û derdora wî, pirsgirêk, hêvî û serkftina wî yên herî balkêş in di berhemên Salih de.

Herwisa jî pirsgirêkên girîng di jiyanê de mîna Aştî, Azadî, Wekhevî, bûn nîşaniyên berhemên wî bê ku nasnameya xwe ya Kurdî biçewisîne.

Salih bi Hestin, Dep, Kevir, Heriyê, û polîster, pêkerên xwe saz dike, lê herdem ew perçakî ji giyan û hestê xwe di nav wan de têkel dike.

Slih nuha li Elmanya dimîne û berhemên xwe berdewam dike li gorî bîr û baweriyên xwe, û rewşa welat gav bi gav dişopîne bi çavê hunermendekî.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvîne vî faylê dengî veke.

please wait

No media source currently available

0:00 0:20:14 0:00

Salih Namir
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG