Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR: Jimara Xelkê Ji Malên Xwe Direvin Bilindtir Dibe


Acansa penaberan a neteweyên yekgirtî UNHCR, dibêje jimara xelkê ku bêșûn û war mayî bi sedema șer, tundutijî û zordariyê û her wiha yên bi zorê ji malên xwe derçûyî bi awqakî berbiçav bilind dibe.

Di raporteke nû de ku îroj pêncșemê belav bû, UNHCR dibêje di dawiya sala 2014 de nêzîkî 60 milyon bi darê zorê bêșûn mabûn, bi derdora 8 milyonan bêhtirî sala berî wê û bi 20 milyonan bêhtirî dehsalan berê. Pirbûna jimarê ji sala 2013 ve ew ya herî bilkind bû di saleke tenê de.

Koçberbûna mezin ji male wan di sala 2011an de destpêkir bi șerê navxweyî yê Sûriyê re; lê di 5 salên borî de șer û zordariyê hîșt ku xelk ji malên xwe birevin li Afrîqa, Asya û Ewropa. Sala par 42 hezar kes rojane malên xwe bicîhîștin ji ber tundûtijiyê.

Berpirsê UNHCR, Antonio Guterres, got yek ji nav 122 kesan niha an penabere û anjî bêșûn û wareû daxwaza penaberiyê dike.

Sûriyê, niha welatê yekem ji aliyê penaberan ve, pișt re Afghanistan and Somalia. Turkiyê jî welatê yekem di mêvandariya penaberan de. Yûnan û Îtalya ew dagirtî ne ji penaberên lku hewil didin derbasî Ewropa bin.

XS
SM
MD
LG