Berpirsên Afghanî dibêjin bi kêmanî 11 endamên hêzên parastinê hatin kuștin di êrîșeke Talîbanê li ser avahiyeke Hikûmî li navçeyeke ne seqamgîr li bașûrê parêzgeha Helmand.
Berpirsan îroj pêncșemê got 4 leșker û 7 efserên polîs hatin kuştin di șerê dijî serhildêran de ku dest dabûn ser Qela Mûsa ya bi salan e di navbera hikûmetê û controlkirina Talîban de ye.
Saqî Jan, șarezayê locistî yê polîs li navçeyê, got 4 leșker û efserên polîs hatibûn kuștin di êrîșê de, ku derengî çarșemê destpêkiribû. Demekê berê jî peyvdarê parêzerê navçeyê. Omer Zawaq got 3 efserên polîs hatibûn kuștin.
Jan dibêje piștî çend demjimêran ji șer,polîs navçeya derdora baregeha polîs control kir.