Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdilsamed Dawûd Bandora Proja Kembera Erebî ya Nijadperest Dinerxîn e


Di 24 Hizêrana sala 1974'an de rêjîma Baas ya Erebperest piroja kembera Erebî li dijî Kurdên Rojavê Kurdistanê pêkanî li ser dirêjahiya 275 km û panbûna 10-15 km li herêma Cizîrê ku malên Ereb ji Reqayê û ji devrên din anîn Cizîrê û li wir bicî kirin ta roja îro.

Ji bo bîranîna 41 salvegera vê rojê û bandora wê li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dîmografî û ciyopolîtîkiya herêmê, Dengê Amerîka ev hevpeyvîn bi nivîskar û lîkolîner Ebdilsemed Dawûd re kir ku têde bandora wê pirojê li ser rewşa Kurdî çawa ye û çî azerî gîhandiye herêmên Kurdî.

Birêz Dawûd dibêje Baas û nijadperestên Ereb xwestin hebûna Kurdan tune bikin bi du pirojên siyasî de ya serjimêrê û ya kembera Erebî ji dema Baas hate ser desthilatê li Sûriya.

Herwisa jî Dawûd dibêje divê ku ev piroje bê rakirin û pûç bibe da ku bi asanî pêşeroja Kurdan di herêmên wan de bê zelal kirin û mafê xwe birêve bibin bê tu tundî di rojên tê de.

Hevpeyvîna Abdulsamad Daoud-6-24-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:42 0:00

XS
SM
MD
LG