Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xalid Omer Rewşa Koçberên Hesekê Dinirxîne


Bajarê Hesekê bûye qada şerên giran di navbera DAIŞ û leşkerên Rejîma Sûrî de.

Li taxên wekî Neşwa Xerbî û Xiwêran şerê giran her berdewam e û bûye sedema koçbarkirina bi hezaran ji xelkên wan deveran bi aliyê taxên Kurdî û Amûdê û Qamişlo ve.

Nivîskar Xalid Omer ji bajarê Hesekê di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re got ku koçberiyeke mezin li bajêr dibe, bi taybet li taxên li başûrê bajêr.

Birêz Omer herwisa dibêje, hemû xwecihên bajarê Amûdê, Qamişlo û hin deverên din bi coşeke mezin û bi ciwamêrtî pêşwaziya koçberan kirin û mal û cihên xwe ji wan re vekirin.

Ji aliyekî din ve jî Omer got ku moralê şervanên Kurd pirr bilind e û amdadebaşiyeke baş hatiye kirin da ku berevaniyê di ber bajêr de bikin û rê li ber DAIŞ bigrin ku derbasî Hesekê nebe.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê vî faylê deng veke.

Hevpeyvîna Xalid Omer-6-27-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00

XS
SM
MD
LG