Dengbêja opera ya Kurd Mizgîn Tahir ji Rojavayê Kurdistanê ye, bi dengê xwe yê zelal xwe gîhand astên bilind ji mûzîkê û karîbû mora xwe li şûna xwe bihêle wekû dengebêjeke taybet.
Mizgîn di nav malbateke hunerî de jiya, li bajarokê Dirbêsiya binxetê ji dayik bû û paşên tevî karê hunrî bû di nav kom û girûpên mûzîkê yê Kurdî ku di wê demê de qedexebûn.
Mizgîn derbasî beşê konservitwarê bû li Şama paytext û beşê opera li wir xwend û dîploma xwe ya xwendinê wergirt
Nuha Mizgîn li Bakûrê Kurdistanê ye û li wir bi cî bû ye û di navanda Cegerxwîn ya Çand û Hunera Kurdî mamosteye û birêvebera orkêstra dike.
Mizgîn bi dehan berhmên kilasîk û yên folklorê Kurdî straye û beşdarî çêndîn festîval û çalakiyên hunerî bû ye him li Sûriye , Başûrê Kurdistanê, Bakûrê Kurdistanê, û Tirkiye jî.
Kerem kin guh bidin vê hevpeyvîna taybet ligel Xanim Migîn Tahir: