Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Welatên Mezin yên Cîhanê Digihêjin Rêkeftineke Demkî


Welatên mezin yên cîhanê û Îran gihiştin rêkeftineke demkî derbarê hilanîna sizayan ji ser Komara Îslamî, ligel hinek pirsgirêkên din derbarê programa navokî ya Îranê.

Diplomatan ji Ajansa Associated Press ya nûçeyan re got, ew hêvî dikin ku di nav çend rojên bê de bigihêjin rêkeftineke demdirêj.

Diplomatan got, karbidestên şeş welatên cîhanê û Îranê diviya bû paketa peymanê îmze bikin. Di nav wan karbidestan de Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Jewad Zerîf cih digirin.

Karbidestan got, hilanîna sizayan yek ji xalên herî aloz di navbera herdu aliyan de bû.

Danûstandkar hewil didin ku 7'ê Tîrmehê bigihêjin rêkeftina dawî.

XS
SM
MD
LG