Ji ber şerê li bajarê Hesekê bi hezaran niştecihên bajêr mişext û koçber bûn, lê nuha piştî bipaşvexistina çekdarên DAIŞ'ê, xelk êdî vedigerin malên xwe.
Şervanên Kurd û hêzên rejîma Sûriyê hewil didin ku DAIŞ ji piraniya bajêr derxînin.
Peyamnêrê radyoya ARTA FM li Hesekê Alav Hisên ji Dengê Amerîka re dibêje ku rewş nuha baştir dibe û DAIŞ ji gelek deverên bajêr derketiye ji ber fişara rêjîma Sûrî û hêzên Kurdî bi alîkariya hêza navnetewî li ser wan li taxên başûrê Hesekê.
Birêz Alav herwiha dibêje, li taxên Kurdan alîkarî ji aliyê rêveberiya xweseriya demokratîk û hêza YPG ve tê kirin da ku hemû pêdiviyên rojana ji gel re bê peydakirin.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê vî faylê deng veke.