Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Hişyarî Derbarê Gotûbêjên Navokî yên Îranê Dide


Serokwezîrê Îsraîlê dibêje, her ku rojek derbas dibe, welatên mezin yên Rojava bêtir jidestdanan ji Îranê re derbarê programa wê ya navokî didin.

Benjamin Netanyahu îro Yekşemê got, gotûbêjên berdewam li Vienna “ne pêşketin e, lê belê paşketin e.” Diplomatên Rojavayî hewil didin ku berî 7’ê Tîrmehê bigihêjin rêkeftinekê. Çi rêkeftina ku were holê, ewê dawiyê li sizayên aborî yên li ser Tehranê hilîne.

Îsraîl bi dengekî bilind dijatiya hilanîna sizayan hember rawestandina programa navokî ya Îranê dike. Ew dibêje, ev yek dê bibe sedema avakirina bombeyeke navokî û alîkariya Komara Îslamî bike ku tevna xwe ya terora cîhanî berfireh bike.

Birêz Netanyahu êrîş bir ser peymaneke seretayî ku wexteke zûtir îsal hatibû erêkirin. Ew dibêje, ev peymana çaverêkirî dê ji wê yekê xirabtir be, ewa ku rê da Koreya Bakur programa navokî berdewam bike.

XS
SM
MD
LG