Siyasetvan Alaattîn Epozdemir rewşa piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê û amadekariyên hikûmeta hevalbendî ji Dengê Amerîka re dinirxîne.
Birêz Epozdemir dibêje, “Piştî hilbijartinê divê HDP bêyî ku AKP’ê red bike, li gor hêza xwe ya siyasî tevbigere û xebatê jibo deshilatdarî û hevalbendiya hikûmetê bike.”
“Niha li ser koalîsyona AKP û MHP’ê axaftin têne kirin ku ev hem jibo Tirkiyê hem jî jibo Kurdan ne baş e. HDP û AKP jibo koalîsyonê nêzîktirê hev in û ev jî formulek e. Loma jî divê HDP giraniya xwe deyne ser siyasetê û jibo berdewama prosesa aştiyê jî rê nede hevalbendiyeke wisa.”
Siyasetvanê Kurd, pêkanîna hevdîtina şandeya Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, jibo başkirina pêwendiyên AKP û HDP’ê girîng dibîne.
“Heger şandeya Îmralî here hevdîtina Ocalan, bi texmîna min wê pêwendiyên bi AKP û Serokomar Erdogan re baştir bibin ku ev ê jibo danûstandinên hikûmeta hevalbendî jî çêtir be. Lewra Ocalan bi xwe jî wê daxwaza başkirina pêwendiyan bike.”
Epozdemir li ser amadekariya leşkerî li sînorê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê balê dikişîne ser ku ew îhtimala şer di navbera Tirkiyê û Kurdan de derkeve tune ye.
“Serokomar Erdogan ji encamên hilbijartinan ne razî ye û jibo dengên nijadperestan bistîne hesabê hilbijartineke pêşwext dike.”
Ew herwiha dibêje, jibo çareserkirina pirsa Kurd û pirsên Tirkiyê bijardeya herî baş hevalbendiya AKP û CHP’ê ye ku divê HDP jî piştgiriya wê bike.
Alaattîn Epozdemir li salên 1990’an di partiyên Kurdan HEP û DEP’ê de xebatên siyasî kirine. Epozdemir, ligel siyasetvanên mîna Şerafettîn Elçî, Nazîf Kalelî û Omer Çetîn jî sala 1997’an di damezirandina Partiya Demokratîk a Girseyî (DKP) de cî girtiye.