Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Gedo: ENKS'ê Rêkeftina Duhokê Hilweşandiye


Salih Gedo.
Salih Gedo.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar standiye ku êdî Pêşmergeyên wê yên li Başûrê Kurdistanê tên rahênankirin, vegerin Rojavayê Kurdistanê ku da ew jî bibin beşek ji berevaniya herêmên xwe.

Rêberên ENKS dibêjin, ewê vê yekê ligel TEV-DEM gotûbêj bikin da ku hatina Pêşmergeyan nebe cihê kêşeyê.

Di vê derbarê de, Salih Gedo, berpirsê komîteya peywendiyên derve li Kantona Cizîrê ji Dengê Amerîka re dibêje, Pêşmerge li her deverê cihê rêzgirtinê ne, "lê di vê ew di lîstokên siyasî de neyên bikaranîn."

Birêz Gedo herwiha dide zanîn ku ENKS ne xwedî hêz e li Rojavayê Kurdistanê, "lewra jî wan nikarîbû xalên rêkeftina Duhokê ligel TEV-DEM'ê bicî bînin."

Hevpeyvîn bi Salih Gedo re
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:21 0:00

XS
SM
MD
LG