Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rewșa ENK-S Piștî Kongirê Sêyem


Pîr Rustem, Şahîn û Birûsk Necar
Pîr Rustem, Şahîn û Birûsk Necar

Di demekê de ku Daiș bi awakî berferehtir êrîșî herêmên Kurdan li Sûriyê dike û hewil dide navçeyên nûh têxe bin destê xwe; di demekê de ku hemwelatiyên Kurd bêhtirî pêkhateyên din rastî terora vê gurûpa tundrew dibin, partiyên Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) ji lașe xwe dixun û li nakokiyên xwe vedigerin.

Berî çend rojan jî partiya Demuqrata pêșverû niwênerên xwe ji komîtên ENK-S kișandin; di gavekê de ku gelek pirsiyar derxistin holê di derbarê dahatûya wê de.

Hin dibêjin pirojeya ENK-S ji wê û partiyên wê mezintir e ta radeyekê ku ew nikarinin barê wê hilgirin. Hin dibêjin wê çi biryar nîne ku karibe bi helwesteke diyar û zelal karê xwe birêve bibe. Hin jî qelsbûna wê vedigerînin bo siyaseta TEV-DEM li beramber wê û dibêjin ew rê nade ENK-S ku bi rola xwe rabe.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistanî-Sûriyê rêzdar Șahîn Ehmed ku li Tirkiyê dimîne; niwênerê Ewropa yê Partiya demuqrata Pêșverû li Sûriyê rêzdar Birûsk Necar ku li Almanya dimîne; û her wiha nivîskarê Kurdê Sûrî rêzdar Pîr Rustem ku ew jî li Siwîsra dimîne.

Sense & Stance SW 07_07_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:33:42 0:00

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

XS
SM
MD
LG